9:24:02 P
RojavaNews: Piştî gotinên serokê şandeya Opozisyonê Esed El-Zûbî yên ku dibêjin, ku Kurd bi tenê ji bo Sûriyê hatine û ne li ser xaka xwe ya dîrokî dijîn, û Kurdan hevaltiya Esed dikir, da ku pênasînê bi Kurdan bike, Endamê desteya danûstandinan di opozisyona Sûriyê de û endamê ENKSê Fûad Elîko ragihand, ku El-Zûbî bi van gotinan ne cihê ku serokatiya şandeya şoreş û gelê Sûrî bike, lewma nabe weke serokê şandeyê bimîne.
Herwiha Elîko got , ku ev gotinên El-Zûbî mînake ku hêj ramanê partiya Be’isê hene.
Ji ber wan gotinan nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê bi fermî ji nava şandeya danûstandinên Cinêvê vekişiyan.
