Cendermeyên Tirk top avêtin Qamişlo!

Cendermeyên Tirk top avêtin Qamişlo!

Rojava News: Cendermeyên Tirk ji aliyê Nisêbînê topa hawanê avête bajarê Qamişloyê.

Topa hawanê şevêdin li derdora 5ê êvarî  li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo, li rex dibistanekê ket. Di êrîşê tu tiştek li tu kesî nehat,  lê di malên welatiyan de ziyanên madî rûdan.