Îro pêxember Zeredeşt ji dayikbuye!

Îro pêxember Zeredeşt ji dayikbuye!

Rojava News: Pîrê Zeredeştiyên Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê kir, roja Şemiyê 26ê Adarê roja ji  dayikbûna Pêxemberê Zeredeşt e.

Pîrê Zeredeştiyên Herêma Kurdistanê Pîr Luqman li ser malpera xwe ya Facebook belav kirye ku, 5ê Xakelêweyî sala 2716 e bi rojimara Kurdî Mîdî ye, ku dike pêncemîn roja damezirandina Şahinşahî û Impertotiya Mîdya bi serokatiya Diyago yê Mezin.

Pîr Luqman behsa wê yekê jî kir ku, îro di dîroka Zeredeştiyan de, pêncemîn roja yekemîn meha zeredeştiye ku jê re dibêjin (Spendar Mesd) bi wateya Xakesarî, sadeyî, evînî û mêhrebanî.” Herwiha nivîsandiye : “Sala 3754 berî rojekê jidayikbûna Zerdeştê Mezin û sibe dike jidayikbûna wî pêxemberê birêz ê Kurd.”

Zerdeştî ola Kurdan û hin neteweyên din a kevin e, li rojhilata navîn û başûrê kêşîwera Asya ku dîroknas û bîrwerên wê olê behs dikin ku nave ola wan Zeredeştî ji Zeredeşt pêxemberê vê olê hatiye.