Ebdulhemîd Derwîş: Emê tevlî ENKSê bibin

Ebdulhemîd Derwîş: Emê tevlî ENKSê bibin

2:21:22 PM

RojavaNews: Sekretêrê Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, Ebdulhemîd Derwîş, ragihand  ku Partiya wan  dîsa wê  tevlî Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bibê.

Sekertêrê Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Ebdulhemîd Derwîş, ji bjarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê ,ji  Rûdawê re, got  ku  “Gera duyem a Jenevê bi dawî hat, û Kurd nikarîbûn di dekomêntên fermî de, navê Kurd, Doza Kurdî  ,  li Jenêvê tesbît bikin, ev lawaziya tevgera siyasî nîşan nade, kî berpirsyar e?.

Herwiha  Derwîş got , Kurd nikarin di nav dijbereya Sûriyê serbikevin,  ji ber ku kesên di nava dijbereyê de girêdayê hizba Beasî ne.

Derwîş amaje kir, ku Rûsya razî ye aliyên Kurd bi şandekê herin Jenêvê û got, heger derfet  hebe  ew dixwazin ligel ENKSê biçin Jenêvê .