4:56:30 PM
RojavaNews: Endamê Desteya Siyasî yê Hevpeymaniya Niştîmaniya Opozisyona Sûriyê Hûqab Yahya ragihand , ku Kurd ji destpêka şoreşa Sûriyê ve beşekî serekene ji vê şoreşê , û ne bi tenê hevkarin, ku ciwanên kurd di pêşiya xwepêşandanade bûn li dijî rêjîma Sûriyê.
Herwiha Yahya tekez kir, ku Kurd pêkhateyeke resene ji pêkhateyên Sûriyê , û dê hemû mafên xwe yên neteweyî di Sûriya nû de werbigrin.
Yahya got ku ji roja pêşî de şoreşa Sûriyê daxwaza azadiya ji bo hemû welatiyên sûrî dike .
