Afrîn: Di encamê topbarana komên terorîstî de 30 xanî hilweşiyan

Afrîn: Di encamê topbarana komên terorîstî de 30 xanî hilweşiyan

Rojava News: Gundê Afrînê Başemra yê ji aliye komên çekdar El-Nusra, Ehrar El-Şam, Feyleq El-Şam û Tevgera Nûreddîn Zinkî ku li Keleha Semanê bi cih bune hate topbarankirin.

Gundê Başemra yê navçeya Şêrewa ya  girêdayî Efrînê ji meha sibatê ve ji aliye hemen grubên terorîstî ve dibin topbaranê deye.

Çekdarên Komên terorîstî bi topê hawanê moşekan û doçkayê êrîşî malê sivîlan kirin.

Di encama êrîşan de 30 malên welatiyên gund hilweşiyan.

Gundê Başemra yê navçeya Şêrewa dikeve başûr û rojhilata Efrînê.