Ban Ki Mon piştîwaniya xwe ji bo rêveberiya siyasî ya Kurd diyar kir!

Ban Ki Mon piştîwaniya xwe ji bo rêveberiya siyasî ya Kurd diyar kir!

Rojava News: Gotûbêjê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî(NY) piştîwaniya xwe jibo rêveberiya siyasî ya Kurdistanê diyar kir.

Gotûbêjê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî taybet ji BasNewsê re ragehand: ‘’Di civîna duh 26.03.2016 ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Sekreterê Giştî yê NY Ban Ki Mon civînekî berfireh bu û Ban Ki Mon helwêst û berxwedana Herêma Kurdistanê ya wan çend salen derbasbuyîde wek xwedî nirxekî bilind dest nîşan kir.’’

Herwaha aşkera kir Sekreterê Giştî yê NY got: ‘’Pêşmergeyên Kurdistanê bi pratîk nîşandan ku berxwedaniyê bi navê mirovatiyê dikin û bi wî awayî li hember rêxistina terorîst a DAIŞê rawestan e.’’ herwaha got: ‘’Ban Ki Mon di civînê de aşkera kir ku, ew piştgiriya rêveberiya Herêma Kurdistanê dikin û helwêsta Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi nirxekî bilind dinirxînin.’’

 

Sefîn Dizeyî diyar kir, Herêma Kurdistanê li gel hebûna krîza darayî û şer ê DAIŞê û herwaha hejmarekî gelek penaberan xwedî dike, ji ber vê jî NY rêz li karên Hikûmeta Herêma Kurdistanê digre û piştîwaniya xwe ya jibo Herêma Kurdistanê wê berdewam bikin. Herwaha got: ‘’Serokê banka Cîhanî Jim Yong Kim ku di serdana Ban Ki Mon de ew jî amade bu, helwêsta Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Pêşmerge wek helwêstekî camêrane pênase kir. ‘’

 

Gotûbêjê hikûmeta herêma Kurdistanê teqez kir, Sekreterê Giştî yê NY û Serokê Banka Cîhanî piştgiriya xwe ji bo biryarên Serokê Herêma Kurdistanê ya bicîh anîna awasaziya li Herêma Kurdistanê aşkere kirin.