Rojava News: Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser malpera xwe li ser tora komelayetî Twitter ragehand: Hêzên Dijî Terorê ser bi Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê beşdarbûn di operasyona kuştine kesê duyem di nav DAIŞê de bi nave Ebdulrehman Mihemed Qedûlî ku bi Hacî Îmam dihat naskirin, ku berî çend li Sûriyê ligel Hêzek taybet a Amerîkî pêkhatibû.
Mesrûr Barzanî destxweşî li hemû endamên wê hêzê kiriye ku di wê operasyonê de beşdarbûn, ku di encam de kesê duyem di nav DAIŞê de li Sûriyê hate kuştin.
Mesrûr Barzanî herwiha nivîsiye: “Ez şehnaziyê bi wê yekê dikim ku Hêzên Dijî Terorê xwedî rolekî girîng bûn di vê operasyona taybet de.”
