Rojava News: Li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê, dayîkek û zaroka wê ya 10 salî di nav lehiyê de xeniqîn.
Ji duh de li hinek cihên Rojhilatê Kurdistanê baran û li hinek deveran jî berf dibare. Li bajarê Merîwanê ji ber baranê lehî rabû.
Li gorî agahiyên Rûdawê, li nêzîkî bajarê Merîwanê, otomobîlek ket ber lehiyê û 4 kesên tê de, ku hemû jî endamên yek malbatê bûn, ketin binê avê.
Tîmên rizgarkirinê karîn 2 kesan ji wan rizgar bikin lê dayîk û zaroka wê ya 10 salî nefilitîn.
Li gorî keşnasiyê, baran û bager dê heta dawiya vê hefteyê li Rojhilatê Kurdistanê bidome.
11:21:32
