Rojava News: Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanên balafirekî sîxuriyê yê rêxistina terorîst a DAIŞê xiste xarê.
Li gor zanyariyên bi dest ketine, balafira sîxuriyê ya bê balafirvan, şeva yekşemê 27.03.2016 ê li bereya Keskê ku dikeve rojavayê Mûsilê, dema di tevgerê de bu, ji aliyê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve hate xistin.
Çend kamerayek di balefirê de hatibun cîhkirin, ku çekdarên DAIŞê bi rêya wan kamerayan ve hewldidan ji rewşa bereyên Pêşmerge agahdar bibin, lê Pêşmerge şikest bi wê plana rêxistana terorîst anî û balafir têkbir.
Ji ber zêdebuna bombebaran û êrîşên Pêşmerge, çekdarên DAIŞê bi temamî têkçûnekî mezin jiyan dikin û li gor zanyariyên bi dest jî dikevin, cesaret û hêza çekdarên DAIŞê nemaye û di nav hewla rewînê de ne.
