Rojava News: Li Başûrê Kurdistanê yekemîn navenda dayîna “Nasnameya Niştimanî” hat vekirin. Rêveberê Navenda Pasaporta Hewlêrê jî ragihand, ji sibê ve dest bi prosedûra dayîna wê nasnameyê dikin.
Îro li paytext Hewlêrê, yekemîn fermangeha dayîna nasnameya niştimanî hat vekirin. Di merasîma vekirina wê navendê de, Wezîrê Navxwe Kerîm Şingalî, alîkarê Wezîrê Navxwe yê Iraqê û komek rayedarên Kurdistan û Iraqê beşdar bûn.
Derheqê çawaniya dayîna nasnameya niştimanî de, rêveberê navenda pasaporta Hewlêrê, Ebdulrehman Îsmaîl ji Rûdawê re got, nasnameya niştimanî ku mîna kartekê ye, dê bibe alternatîfa nasnameya giştî û Karta Zanyariyê (nasnameyek e ku tê de agahiyên her kesî hatiye tomarkirin).
Îsmaîl da zanîn ku dê ji sibê ve dest bi dayîna nasnameya niştimanî bikin.
