Di topbarana Şêxmeqsûdê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da!

Di topbarana Şêxmeqsûdê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da!

Rojava News: Li taxa Şêxmeqsûd di encama topbarankirin û gulebarankirina çekdarên rêxistina terorîstî El Nusra û grubê hevalbendê wê de, welatiyekî jiyana xwe ji destda û du welatî jî birîndar bûn.

Nîşangirên terorîstî sivîlên taxa Şêxmeqsûd bi çekên qernasê hedef girtin û  di encamê de welatiyê bi navê Şerîf Misto yê 40 salî jiyana xwe ji dest da. Welatiyê bi navê Omer Merwan Dimdam ê 35 salî û zarokê bi navê Mehemed El-Hadirî yê 8 salî birîndar bû.