Li Çilaxa baranbarîna bihêz: lehî rabû!

Li Çilaxa baranbarîna bihêz: lehî rabû!

 

Rojava News: Di encama baranbarîneke zede li bajarokê Çilaxa yê lehî rabû  û gelek ziyan giha zeviyên welatiyên.

Doh êvarî li tavahiya herêmên Kurdistan a Sûriyê û bi teybet jî li bajarokê Çilaxa di encama baranbarînê zeviyên çandiniyê yê wî bajarokî têkçûn, herwiha ava baranê derbasî nav male welatiyan bû, zirareke mezin jî gihande kelûpelên wan.

Bajarokê Çilaxa bi 50 kîmetreyan ji bajarê Qamişlo dûre, akinciyên wê jî Kurd, Ereb û hejmareke kêm xirstyanin.