Amerîka: Dê federasyona Rojava were gotûbêjkirin!

Amerîka: Dê federasyona Rojava were gotûbêjkirin!

Rojava News: Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê John Kirby ragihand ku di hevdîtinên Amerîkî û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoğan de dê li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê  û federeasyona Rojava gotûbêj were kirin.

John Kirby, di derbarê naveroka serdana Serokkomarê Tirkiyê Erdoğan de agahî da û got, di hevdîtinên rayedarên Amerîka û Tirkiyê de dê şerê DAIŞ’ê, rewşa Sûriyê, PYD, sînorê navbera Tirkiye û Sûriyê bên gotûbêjkirin. Jixwe me gotibû em piştgiriya herêmên nîvxweser ên ku li Sûriyê û bi serê xwe hatine ragihandin, nakin. Em ê li ser vê mijarê jî gotûbêj bikin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dê îro serdana Amerîka bike lê nayê zanîn ka dê bi Serokê Amerîka Barack Obama re hevdîtinê bike yan na.

11:26:35