DAIŞê bi destê kurdekî pêşmergeyek serjê kir!

DAIŞê bi destê kurdekî pêşmergeyek serjê kir!

Rojava news: DAIŞê pêşmergeyekî êxsîr li nav bajarê Mûsilê û li ber çavê xelkê serjê kir.

Malperên girêdayî rêxistina DAIŞê yên li ser torên civakî ragihandin, îro çekdarên wê rêxistinê li nav bajarê Mûsilê li bakurê Iraqê û li ber çavê xelkê pêşmergeyekî êxsîr (dîl) serjê kirin.

Wan malperên DAIŞê vîdeoyek ku dema wê 6 xûlek û 30 saniye ye, belav kirine, ku têde tê xuyakirin, ku çekdarekî Kurd ê DAIŞê bi kincên Kurdî derdikeve û 3 kes jî hatine rêzkirin.

Li gor dîmenên vîeoyê, çekdarê DAIŞî kesek ji wan 3 kesan serjê dike, ku dibêje, pêşmergeyekî êxsîr ê di destê wan de ye.

Herwiha ew çekdarê DAIŞê gefa serjêkirina 2 pêşmergeyên din jî dixwe.

DAIŞ herwiha di vê vîdeoyê de êrişî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokê Amerîka Barack Obama dike.