Qamişlo: Ji ber vexwarina meyê 7 kesan canê xwe ji dest dane!

Qamişlo: Ji ber vexwarina meyê 7 kesan canê xwe ji dest dane!

Rojava News: Li bajarê Qamişloyê encama vexwarina mey ê de  7 kesan jiyana xwe ji dest da û rewşa 18 kesan jî girane.

Li bajarê Qamişlo di encama vexwarina meyê ji cûreyên (Elreyan û kefreya), nêzîkî 18 welatiyan bo nexweşxaneyên bajarê Qamişlo hatin veguhastin, ji nava wan heta niha 7 kesan canê xwe jidest dane.

Bandora vexwarina van herdu cûreyên meyê, li rewşa tendirustî ya kesên meyxwaran kir, û hejmarek ji wan canê xwe jidest dan û hindek ji wan kor bûn. Herweha ziyaneke xerab gihişte mejiyên wan.

Di derbarê bûyera meyê de lêkolîn hatiye destpêkirin.