Rojava News: Rêxistina DAIŞ’ê hewl da ku şevêdin êrîşî gundê Zormixar yê nêzîkî Kobanê bikin.
Li gorî agahiyan çekdarên DAIŞ’ê îşev saet derdora 19.00’an de hewl dan ku êrîşî gundê Zormixarê yê 30 km dikeve bakur rojavayê Kobanê bikin.
Piştî êrîşan di navbera DAİŞê û hêzên QSD’ê de şer û pevçûnê gurr bûn.
Ji aliyekî din, balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li bajarê Cerablosê yê Sûriyê dan.
Hat gotin ku di encama wê êrişê de komek çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
