Rejîma Îranê ji bo 4 zarokê kurd fermana darvekirinê da!

Rejîma Îranê ji bo 4 zarokê kurd fermana darvekirinê da!

Rojava News: Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da 4 zarokên Kurd yên girtî. Zarokên ku cezayê sêdarê li wan hat birîn li Girtîgeha Sîneyê benda birina ber sêdarê ne.

Di wê derbarê de  Saziya Mafên Mirovan a Îranêdaxuyaniyek belavkir kut ê de dibêje;  “ Rejîma Îranê cezayê dardekirinê zarokên ji bo zarokên bi navê Yusif Mihemedî, Siyaweş Mihemedî, Amanc Ewîsî û Hêmin Hewramî Njad daye. Zarokên bi cezayê sêdarê hatin cezakirin li Girtîgeha Sîneyê yê Rojhilatê Kurdistanê dane sekinandin.”

Doza 3 ji wan zarokan li Dadgeha Bilind de tê lêkolînkirin. Lê Îranê xwe li benda Dadgeha Bilind negirtiye û cezayê wan ê darvekirinê erê kiriye.

Daxuyaniya Saziya Mafê Mirovan a Îranê di daxuyaniyê de balkişandiye ser wê yeke ku temenê her 4 zaroka jî dibin 18 salî de ye.

10:38:50