Barzanî: Baweriya min bi qehremantiya pêşmergeyên jin heye

Barzanî: Baweriya min bi qehremantiya pêşmergeyên jin heye

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê û fermandeyê giştî yê hêzên çekdar ên Kurdistanê Mesûd Barzanî, di merasima derçûna efserên jin li Akademiya Leşkerî ya Zaxo de got, navê Pêşmerge bûye cihê serbilindiya kurdan û cîhan şanaziyê bi kur û keçên Pêşmerge dike.

Îro li bajarê Zaxo, komek pêşmergeyên jin perwerdeya xwe li Akademiya Leşkerî ya Zaxo xilas kirin. Derçûna wan efserên jin, bi merasimek fermî û bi beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hat ragihandin.

Barzanî di wê merasimê de pîrozbahî li wan efserên jin kir û got, hêviya min bi we gelekî heye ku hûn dê valahiyek mezin tijî bikin û li kêleka birayên xwe lehengiyan tomar bikin û dê dersa xebat û berxwedanê nîşanî hemû cîhanê bidin.

Fermandeyê giştî yê hêzên çekdar ên Kurdistanê behsa rola pêşmergeyên jin di şerê DAIŞê jî kir û got, ti ferqek di navbera pêşmergeyên jin û mêr de tine. We di şer de nîşan da ku Kurdistan ji her tiştekî şirîntir û bi nirxtir e.

Akademiya Leşkerî ya Zaxo sala 1996 bi fermana Barzanî hatiye avakirin. Heta niha zêdetirî 6 hezar xwendekar jê bawername standine.

 

13:38:14