Rojava News: Êrîşên hêzên dewleta Tirkiyê li hemberî Şirnexê di roja 13mînde bi bombardimanê berdewame.
Ji dohî ve piştî bomberdûmana bi tank, top û obusan a li hemberî taxên Cûmhûriyet, Dîcle, Îsmetpaşa û Bahçelîevlerê, li aliyê Gazîpaşa û Îsmetpaşa şerekî dijwar qewimî.
Li ser encama şer, agahiyeke zelal bi dest neket. Danê sibehê gelek ambûlans ber bi herêma şer ve çûn.
Bomberdûmana li hemberî taxên berxwedanê di nava rojê de dewam kir.
Tankên li 23. Fermandariya Tumenê ya Sînor a Jendermeyan bi cih bûn, bombe li taxên Dîcle, Cûmhûriyet, Îsmetpaşa, Gazîpaşa û Yeşîlyûrtê barandin.
Şerê li Gazîpaşa û Yeşîlyûrtê qewimî jî bi dijwarî dewam dike, û ji aliyê din ve , veguhastina leşkerî ya ber bi herêmê ve didome.
Rewşa deverê bi zelalî nayê zanîn lê li gorî agahiyan, nêzîkî 20 embulansa derbasî cihê şer bû ne.
13:49:57
