Rojava News: Nisêbînê di roja 17mîn ya dorpeçê de di bin bombabaran û êrîşan de dilerizê. Bomberdûmana li hemberî taxan bi giranî berdewame.
Hêzên dewleta Tirk bi dijwarî êrîşî taxên Firat, Abdulkadîrpaşa, Yenîşehîr û Dîcleyê dikin.
Li gor hatiye zanîn îro ji sere sibehî ve topbaranê destpê kiriye û ji navçeyê dengê teqînan û çekan bilind dibin.
13:57:12
