Dewleta Tirk bajarê kurda li kurda qedexe dike!

Dewleta Tirk bajarê kurda li kurda qedexe dike!

Rojava News: Piştî rakirina qedexeyê, dewleta Tirk destûr nade gelê Hezexê vegere navçeyê. Gelê li benda derbasbûnê li ser rêya Cizîr û Hezexê rawestiya ye.

Qedexeya derketina derve ya di 16’ê Sibatê de li navçeya Şirnex Hezexê hatibû ragihandin, duh bi daxuyaniya qeymeqamtiya Tirk a navçeyê, bi rojê hat rakirin. Li ser vê yekê şêniyên Hezexê yên ji neçarî ji navçeyê derketibûn, dest bi vegerê kirin lê dewlet destûrê nade gel derbasî navçeyê bibe.

Bi hezaran Hezexiyên berê xwe dan navçeyê li ser rêya Cizîr û Mîdyatê li benda derbasbûnê ne.