Rojava News: HDPê ragihand, Hikûmeta Tirkiyê bi biryara destdanîna ser erd û milkên navçeyên Sûr û Yenîşehîr ên girêdayî Amedê dixwaze erebên Sûriyê li şûna Kurdan li wan cihan bicih bike. Parlamenterê HDPê Dengîr Mîr Mehmet Firat da xuyakirin, hikûmeta Tirkiyê dixwaze nasnameya Tirkiyê bide 200 hezar koçberên Sûrî û li cihên ku dest daniye ser wan li şûna Kurdan bicih bike.
Biryara Hikûmeta Tirkiyê ya îstimlaqkirina hin deverên Sûr a Amedê bû sedema niqaşan. Hikûmet dibêje armanca vê îstimlakkirinê ji nû ve avakirina Sûrê ye. CHP dibêje ev biryara ne biryareke yasayî ye. HDP jî dibêje dê hikûmet li deverên hatî îstimlaqkirin erebên Sunne bicih bike. Lê belê partiya desthilatdar AK Partî van îdayan red dike.
Hikûmeta Tirkiyê derbarê 18 taxên navçeya Sûr û 2 taxên navçeya Yenîşehîr ên girêdayî parêzgeha Amedê de ku ji ber pevçûnan zirareke mezin dîtibûn, biryar da ku dest dane ser erd û milkên xelkê yên li wan taxan.
