Rojava News: Bûyer li navenda Amedê li taxa Benûsenê, li dibistana Turgut Ozalê qewimî.
Ji bo ku li derdora dibistanê dîwarên hazir deyne, vînç ketiye bexçeya dibistanê û gava ku ji bexçeyê derdikeve li dîwara dibistanê qelibiye. 3 zarokên ku li cihê bûyerê dilîstin, li bin dîwarê mane.
Welatiyên derdorê gihîştin hewara zarokan û ew ji bin dîwarê derxistin. Zarokên birîndar bi ambûlansan şandin nexweşxaneyê.
Ji 3 zarokan 2 jiyanên xwe ji dest dan, yek jî rewşa wî giran e û li nexweşxanê ye.
12:31:41
