Rojava News: Artêşa Tirk 3 hawan avêtin navenda bajarê Qamişlo. Di encama topbaranê de ziyanên madî gihiştin mal û avahiyên herêmê.
Doh di seatên sibehê de, artêşa Tirk 3 hawan avêtin bajarê Qamişlo yê Cizîrê. Hersê hawan li deverên ku sivîl lê dimînin ên Mizgefa Nebî Salih a li taxa Xerbî, maleke taxa Xerbî û bazara Navendî ya bajar ketin.
Li gor agahiyan, doh danê sibehî leşkerên Artêşa Tirkiyê yên li ser sînor nav bajarê Qamişlo topbaran kirin. Hat ragihandin, ku 3 gulleyên tope li nav bajêr û li cihê ku welatiyên sivîl lê dijîn, ketin.
Di encama topbaranê de ti zirarên canî çê nebûn, lê zirarên darayî gihîştin cihên ku top lê ketin.
Yek ji wan gulleyên tope li Mizgevta Nebî Salih ket û di encamê de zirar gihîşt mizgevtê. Herwiha gulleyek e tope jî li mala welatiyekî sivîl li taxa Xerbî ya Qamişlo ket û zirarek mezin gihande wê malê.
Gulleya sêyem jî di nav bazarekê de ket û zirarên darayî gihand milkên welatiyên sivîl.
