Rojava News: Êrîşa xwekujî ya li Mexmûrê, mebesta wê ew bû, ku xwe bigihînin nevenda leşkerî ya Amerîkî û Iraqî li Mexmûr, lê Pêşmergeyan rê li pêşiyê girt.
DAIŞê bi riyê 5 otombîlên bombebarkirî li navçeya Qerace xwe vedizîn bo êrîşî çeperên Pêşmerge bikin, 4 otombîl li gundê Girdereş ji aliyê Pêşmergeyan ve hate teqandin, otomîla pêncem jî ku du xwekuj tê de bûn, li nêzîkî Qaimeqamiya Mexmûr xwe teqandin.
Şeva borî li pêş Qaimeqamiya navçeya Mexmûrê êrîşek xwekujî çê bû, 3 polîs şehîd bûn, li gundê Girdereş jî Pêşmergeyan di rûbirûbûna 4 otombêlên bombekirî de 5 Pêşmerge şehîd dibin û çendek din jî birîndar dibin.
