6:44:31 PM
RojavaNews: Îro roja Şemiyê rêxistina DAIŞê gundê Zerkotikê yê li başûrê Rojavayê Kobanê topbaranan kir, û di encamde 2 kes mirin.
Li gor agahiyan rêxistina DAIŞê îro bi çekên giran gundê Zerkotikê topbaranan kir û di encamde her yek ji Şêx Ehmed Mihmed Elî û Nedîm Elo mirin ,û 2 kesên din jî birîndarbûn û ew hatin veguhestin bo nexweşxaneya Bajarê Kobanê.
Tê zanîn duh rêxistina DAIŞê gundê Qubê yê bi ser Nahiya Şiyox ve topbaranan kir, û di encamde Jinek û kecawê mirin.
