Li Qamişlo çalakiya yekrêziya tevgera siyasî hat lidarxistin

Li Qamişlo çalakiya yekrêziya tevgera siyasî hat lidarxistin

Rojava News: Piştî banga Despêşxeriya Ciwanên Rojavayê Kurdistanê û Yekîtiya Ciwanên Kurdistana Sûriyê, seknek li Qamişlo hat lidarxistin.

Li gorî serpereştyarên seknê, mebesta vê çalakiyê ew e ku fişarê li TEV-DEM û ENKSê bikin da ku ji nûve li hev bicivin û li hev bikin.

Aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistan li derveyî ENKSê û TEV-DEMê jî nerîna xwe li ser destpêşxeriyê anîn ziman.

Serokê Hevbendiya Niştimaniya Kurd li Sûriyê Miste Meşayix ragihand ku hevbendî vê destpêşxeriya ciwanan pîroz dike.

Beşdarên seknê jî diyar kirin ku ew ji bo yekrêziya kurdan tevlî vê çalakiyê dibin.

Her yek ji Destpêşxeriya Ciwanên Rojavayê Kurdistanê û Yekîtiya Ciwanên Kurdistana Sûriyê bi şêweyekî cuda banga lidarxistina seknan ji bo yekrêziya tevgera siyasî ya rojavayê Kurdistanê kiribûn.

Rudaw

12:25:52