Girê spî ... Sivîlekî jiyana xwe ji dest da

Girê spî ... Sivîlekî jiyana xwe ji dest da

4:42:00 PM

RojavaNews: Berbanga şemiya bûrî ,li gundewarê Girê Spî welatyekî jiyana xwe ji dest da, di encama teqîna mayîneke çandî ji paşmayên DAIŞê.

Ligor agahiyan ku welaityê bi navê mihmed Elî Ibrahîm ceradî yê  temen 63 salî ,ku xelkê gundê benderxane , mayîneke çandî ji paşmayên DAIŞê pêde teqiya, û di encam de jiyana xwe ji dest da .

Tê zanîn ku rêxistna terorîst ya DAIŞê mayênên cûr bi cûr li gundewarê Kobanê û Girê Spî çandibûn piştî ku ji wê deverê hatin derxistin û bdehan welatyên wê deverê bi sedema teqîna wan mayînan jiyana xwe ji dest didin .