Şêxmaqsûd: Hêzên Tundrwê îslamî careke din taxa Kurdan topbaran kirin!

Şêxmaqsûd: Hêzên Tundrwê îslamî careke din taxa Kurdan topbaran kirin!

Rojava News: Çekdarên hêzên tundrawê Îslamî carekedin taxa  Şêxmeqsûdê ku taxeke Kurdan e topbaran kirin û di encamê de zarokek hat kuştin û 5 kes jî brîndar bûn.

Çekdarên hêzên terorîstî yê Elnusra û Ehrar Elşam doh paşnîvro dîsa bi topan êrişa taxa Kurdan a Şêxmeqsûdê ya Helebê kirin.

Di encama bombebarana de zarokek hat kuştin û 5 kesên sivîl brîndar bûn û ziyaneke mezin gihîşte gelek mal û dikanan.

Çekdarên hêzên terorîstî yê Elnusra û Ehrar Elşam ji 16ê Sibatê ve taxa Şêxmeqsûdê bombebaran dikin û bêhtirî 50 kesên sivîl di encama wan êrişan de jiyana xwe ji dest dane.