Rojava News: Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê niyet baş ya Neteweyên Yekgirtî û hunermendê navdarê Erebî Îmaratî Hisên el-Cesmî kir ku ji bo vekirina hijamrek pirojeyên xêrwazî yên Heyva Sora Îmaratî serdana Kurdistanê kiriye.
Di hevdîtinekê de ku Konsulê giştiyê Îmaratê û hijamrek rayedarên Heyva Sora Îmaratî amade bibûn, Eljasmî kêfxweşiya xwe ji bo serdan kirina Kurdistanê nîşanda û hêbetî bûna xwe ji bo mêvandariya gel û pêşketinên Kurdistanê xiste ber çav.Her wiha got dixwazim di vê serdana xwe de peyama Kurdistanê bigehîne cîhanê û peyama Îmaratê jî bigehînte Kurdistanê, ku amade ye ji boa alîkarî û yarmetîdana koçber û penaberan û sivik kirina vê barê giran ku ji ber vê pirsê ketiye ser milê Herêma Kurdistanê.
Her wiha behsê beşdarî kirin ji hijamrek pirojeyên xizmetkariyên Heyva Sora Îmaratî li Kurdistanê kir ku ji bo xizmet kirina koçber û penaberan encam daye; wek vekirna kempekê ku ji 632 yekeyên akincî bûnê bi gişt pêwîstî û xizmetkariyên wek xwendinge, mizgevt av û elekterîk, parka yariyêm zarokan û yekeyeka reveberiyê ji bo bi hawar çûna koçberan û nexweşzaneyeka 58 texteyî ji bo zarokan û ji dayikbûnê pêk dê, herwiha xîmê bingehê nexweşxaneyaka taybetî jî dana.
Serokwezîrê Kurdistanê bi xuya kirina kêfxweşiya xwe, ji bo vê serdanê, sipasiya kar û çalakiyên xêrxwazî û mirovî yên Eljesmî kir û hêviya serketinê jê re xwest. Her wiha sipasiya hikûmet û rêveberiya Îmarat û Heyva sor a vî welatî kir ji bo xizmetkariyên mirovî ku li Kurdistanê û welatên deverê û cîhanê pêşkêşê jê qewmiyan dike.
Her wiha hêvî xwest têkiliyên navbera Kurdistanê û Îmaratê li hemû biyavan berev pêş biçe û sipasiya rolê konsol û Konsulxaneya Îmaratê li Kurdistanê kir ji bo yarmetî dana koçber û penaberan û hewldan ji pêş xistana têkiliyên navbera her du aliyan.
Stran “wêrk”, bo demê şeş heftîyên li dûv hev, serê lîsta “bêlord hot 100” girtî ye.
