15 penaberên kampa Gewregoskê bûn qurbaniya bûyereke tirafîkê

15 penaberên kampa Gewregoskê bûn qurbaniya bûyereke tirafîkê

8:44:52 PM

RojavaNews: Îro roja Duşemê 3 Penaberên Kurdên Sûriyê yê li Kampa Gewregoskê dimînin jiyanexwe ji destdan.

Rojnemevan Cîhad Osman ji RojavaNews re ragihand ,ku 3 penaberên Kurdên Sûriyê  dema ji karê xwe vedgeriyane malê jiyanaxwe ji destdan ( Şahîn Mihsin Şomerî,  Nûşîn Seîd Remedan  ji bajarê Qamişlo û Xalid Nûrî Mihyedîn ji gundê Rimêla Şêx)  û 12 din jî birîndarbûn bi sedema bûyereke çûnuhatinê li ser riya di navbera Gewregoskê û Kelekê de.

Tê zanîn ku  ew buyer di encame lêkdane minîbasa karkeran li otombêleke barhilgirê mezin rûdeye.

 Bahoz Rojavayê