Rojava News: Serokê Desteya Bilin a Danûstandinên Cenêvê ya Opozîsyona Sûriyê Riyad Hicab derbarê serdana xwe bo Herêma Kurdistanê ragehand ku, armanca wan ji serdanê hevdîtin ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û gotûbêjkirina pirsa Kurdî li Sûriyê, herwiha encamên gera duyem a danûstandinên Cenêv3 ne.
Duh, Serokê Desteya Bilin a Danûstandinên Cenêvê ya Opozîsyona Sûriyê Riyad Hicab di serdanekî de giheşte Hewêrê û li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Baraznî civîn pêkanîn, derbarê serdana xwe de Hicab ji K24ê re wiha got:"Me li gel birayên xwe li Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) hevdîtin li vir kir, herwiha dê pirsa Kurdî jî li Sûriyê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û rewşa Sûriyê were gotûbêjkitin."
Derbarê daxuyaniyê Serokê şanda Opozîsyonê Ased El-Zûbî derheqê Kurdan de Riyad Hicab wiha ji K24ê re axifî:"Ew tişta biryarê me El-Zûbî gotî ji aliyê me ve nayê qebûl kirin, gelê Kurd gelê me ye, em rêzê jê re digirin û pêkhateke resene ji gelê Sûriyê, berî şoreşê jî têkoşîneka wan hebû, Em bawerin ew gotin ne bimebest hatibûne gotibûn."
Herwiha derbarê pêşmergeyên Rojava û helwesta wan ji wê hêzê re, Hicab wiha ji K24ê re got: " Niha li devera Cizîrê alîgirên PYDê hene hêzên opozîsyonê nînin, em piştgiriya hêzên bi ser ENKSê dikin."
Derbarê babeta Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) wiha dibêje:"Ew li ser PYDê vene, gelekî ji şoreşa Sûriyê dûrin , ew pirojeyek girêdayî bi hêzên derve, nabe xwe liser pêkhatiyên din feriz bike, ev yeke ji aliyê me nayê qebûlkirin."
Di dawîya axiftina xwe de Hicab tekezî liser mafê gelê kurd li Sûriyê kir.
11:34:39
