Rojava News: Li Silopiyê qedexeya derketina derve ya ku di navbera saet 21.30 û 04.30an da hebû hat berfirehfikirin û li navçeyê derketina derve niha carekedin jib o 24 saet hat qedexekirin.
Hat zanîn; li navçeya Silopiya Şirnexê duhî bi şev şerekî dijwar qewimî. Li navçeyê qedexeya derketina derve hat ragihandin.
Li taxa Cûdî ya navçeya Silopiya Şirnexê duhî bi şev şer derket. Di êrîşên li hemberî wesayîta zirxî ya polêsan de polêsekî tîmên taybet hat kuştin û 4 jî birîndar bûn. Polêsên birîndar rakirin nexweşxaneyan.
Li Silopiya navçeya Şirnexê qedexeya derketina derve hat berfirehkirin û derketina derve niha 24 saet hat qedexekirin.
Biryara qedexeyê ji hoperlorên mizgeftan û wesayîtên polêsan hat îlankirin.
11:38:53
