Rojava News: Leşkerê Artêşa Tirkiyê îro careke din êrîşî Qamişlo kirin.
Leşkerê Artêşa Tirk ku ji 14’ê Adarê ve bi her cure çekan êrîşî Nisêbînê dikin, car caran berê topên xwe didin Qamişlo jî.
Vê sibehê saet derdora 10.30’an de topek ku ji aliyê Nisêbînê ve hat avêtin, li Taxa Elaya ya Qamişlo ket. Di êrîşê de tiştek li tu kesî nehat, lê ziyana madî çêbû.
Artêşa Tirkiyeyê heta niha bi dehan caran top avêtine bajar û gelek caran jî gulebaran kirine. Her wiha di encama van êrişan de, zarokekî jiyana xwe ji dest dabû û gelek kes jî birîndar bibûn.
12:16:14
