2:08:46 PM
RojavaNews: Emîndaariya giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS)daxuyaniyek di derbarê tawanên, ku li taxa Şêx Meqsûd têne pêkanîn ji aliyê Fesîleyên çekdar wek Cebhet Elnusra belavkir, û di wê daxuyaniyê de ew tawan şermezar kir .
Hrwiha ENKSê got, ku Tawanên Cebhet El-Nûsra ne kêmî yên rejîmê ne,û ji dêvla ew komên çekdar êrîşî rejîma Sûriyê bike, sivîlan armanc dike.
Her di wê daxuyaniyê de, ENKSê daxwaz ji Şanderê navdewletî Stîvan Dîmistora kir, ku li ser tawanên li dijî sivîlan têne pêkanîn rawestin, herwiha daxwaz ji aliyê Opozisyonê kirin , ku wan tawanan şermezar bikin, û civaka Navdewletî jî divê bi erkê xwe yê Mirovatî di derbarê wan tawanan de rabe.
