11:08:33
Rojava News: Du moşekên Katyuşa ku ji aliyê Sûriyeyê hatin avêtin li nava bajarê Kilisê ketin û 3 kes birîindarbûn.
Ji Sûriyeyê ji herêma ku di bin kontrola rêxistina terorîst a DAIŞê de ye du moşekên Katyuşa li nava bajarê Kilisê li cihê jiyangehê ketin. Bûyer saet li derdora 08.45an qewimî.
Hat zanîn 3 kes birîndarbûn ku 2 jê nişteciyê Sûriyê bû ne.
Piştî ketina moşekan gelek ambulans çûne cihê herêmê û birîndar rakirin nexweşxaneyan. Cihê bûyerê ji terefê hêzên ewlehî ve hat dorpêçkirin û lêpirsîn dan dest pê kirin.
