13:03:01
Rojava News: Duh careke dî operasyonên leşkerî li navçeya Silopiyayê dest pê kir, avahî û taxên sivîl hatin topbarankirin û di encamê de, zarokeke 2 salî di nav de, 8 kesan jiyana xwe ji dest da.
Berî du rojan li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê qedexeya derketinê hatibû ragihandin û duh jî operasyonan dest pê kir.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin piştî destpêkirina operasyonan, hêzên dewleta tirk, taxa Barbarosê da ber topan.
Herwiha tê ragihandin ku hêzên dewletê dizanî ku sivîl li wê derê ne lê dîsa jî topbaran kiriye û di encamê de 8 sivîlan jiyana xwe ji dest daye. Di nav wan sivîlan de, zarokeke dusalî û jineke 70 salî hene.
Ji aliyekî dî ve, 4 sivîlên kuştî ji malbatekê bûn û duduyê dî ji malbateke dî bûn.
Herwiha parlementerê HDPê yê Şirnexê Ferhat Encu di hesabê xwe yê twitterê de eşkere kiribûn.
Navê sivîlên hatine kuştin wiha hatiye eşkerekirin:
1.Sadun Tonguç
2.Muhittin Tonguç
3.Ahmet Tonguç
4.Isa Tonguç
5.Zulfiye Şalk(70)
6.Behiye Erener
7.Esra Şalk (2)
8.Rahime Sanır
Ev êrîş piştî daxuyaniya serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di civîna muxtaran de wiha axivîbû: "Pêwîst be, em ê xaniyan vala bikin û ji dûr ve wê derê birûxînin".
