00:06:18
Rojava News: Êrîşên komên terorîstî yê El Nusra û Cehet El Şam yên li ser taxa Şêxmeqsûd didome û îro ta niha 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, 20 kes jî birîndar bûne.
Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatin bidestxistin komên terorîstan bi çekên giran îro dîsa êrişî Şêxmeqsûdê kirine û di encamê de 7 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan, 20 kes jî birîndar bûne.
Êrişên komên terorîst ya ser taxa kurdan dewam dikin. Êrişên ku ji 16ê Sibatê ve dest pê kir bê nav ber dewam dikin.
Di wan 3 rojên dawî de tevî yê îro 26 kesan jiyana xwe ji dest dane, li dorî 100 kesan jî birîndar bûne.
