Rojava News: Balyozê Amerîkayê yê berê yê Sûriyeyê Robort Ford di hevpeyvînekê li ser kanala Alarabiyayê got ku pêkan e ku federasyona kurdan berdewam bike.
Fordî di hevpeyvîna xwe de got: "Amerîka dixwaze di civînên bê yên Cenevreyê de, behsa çarenûsa Esadî were kirin".
Herwiha balyozê berê yê Amerîkayê teqez kir ku baweriya Obamayî bi çareseriyeke leşkerî li Sûriyeyê nayê.
Derbarê kurdan de, Robert Fort eşkere kir ku "Amerîka tenê di şerê DAIŞê alîkariya kurdan dike û federasyona wan dikare bijî û berdewam bike, anku tiştê li herêma Kurdistanê çêbû, dikare li Rojavayê jî pêk were".
Herwiha eşkere kir ku ji ber hebûna Îranê, Rûsya nikare mercên xwe li ser Esadî ferz bike.
Rober Ford teqez kir jî ku siyaseta Amerîkayê di serdema hukimê Obamayî de dê neyê guhertin.
