4:02:31 PM
RojavaNews: Cîkrî Serokê kiwalisîwna Niştîmanî ya opozisyona Sûrî û Nûnerê ENKSê di şanda opozsyona Sûrî di danûstandinên Cenêvê de Diktor Ebid Alhikîm Beşar îro daxuyanyek ji bo koma dostên Sûriyê û ji bo raya giştî û rêxistnên mafê perorî û Niştmanî û navdewletî , belav kir .
Di wê daxuyanyê de Beşar raghand ku ji sala dû hezar û yazdehan ve belge li cem wî hene ku rêjîma Esed biryara terorkirina wî standiye û partiya PYDê ji bo cîbecîkirna vê biryarê destinîşan kiriye ji ber vê jî ew ji Sûriyê derketye ,lê tevî vê yekê PYDê berdewame bi handna terurkirna wî û tumetbarkirna wî .
Her di wê daxuyanyê de Beşar bal kişand li ser tumetên vê dema dawî yên ku partiya PYDê di bin navê şehîd û xuyna şehîdan pêvekirye, ku daxwaza sazakirna wî li gel hin serkirdeyên ENKSê kirine .
Di dawiya wê daxuyanyê de Diktur Ebid Alhikîm Beşar raghand, ku ev karê handanê tê wê wateyê ku PYDê bi niyaze ku biryara terorkirina wî cîbecî bike ji ber vê yekî ew ev daxuyanî belav kir, ku dixust bi rêya wê dostên Sûriyê û ji raya giştî û rêxistnên maf perorî û Niştmanî û Navdewlitî aghdar bike, ta ku bi erkê xwe rabin , Hekîm herwiha eşkere kir ku PYDê berpirsa di ber çi ziyanekî ku bighêje wî .
