Mogherinî: Serkeftinên Pêşmerge, bo morale Pêşmerge

Mogherinî: Serkeftinên Pêşmerge, bo morale Pêşmerge

Rojava News - Hewlêr: Nûnera Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Federica Mogherinî îşev gihîşt Hewlêrê û ligel Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya û di wê hevdîtinê destxweşî û pîrozbahiya serkeftinê li hêzên Pêşmerge li navçeya Şingalê li hemû gelê Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge kir û ragihand ku, serkeftinên Pêşmerge li navçeya Şingalê bo moralê Pêşmerge bi taybetî û bo moralê cîhanê û civaka navdewletî jî tiştekî girîng  û pirr baş e.
                                       
Vê êvarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li balafirgeha Hewlêrê ya navdewletî pêşwazî li Nûnera Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Federica Mogherinî û şanda pêre kir.
 
Di wê hevdîtinê de xanim Mogherinî destxweşî û pîrozbahiya serkeftinê li Hêzên Pêşmerge li navçeya Şingalê li gelê Kurdistanê û Pêşmerge kir û ragihand ku bi vê helkeftê îro li Bexda jî pîrozbahiya serkeftina Pêşmerge li Hikûmeta Iraqê û serokomar û serokwezîrê Iraqê  kir.
 
Herwiha tekez kir ku, serkeftinên Pêşmerge li navçeya Şingalê bo moralê Pêşmerge bi taybetî û bo moralê cîhanê û civaka navdewletî jî tiştekî girîng  û pirr baş e.
 
Di beşekî din a wê civînê de, jinavbirina terorê û şerê li dijî DAIŞê hat gotûbêjkirin û herdu aliyan tekez kirin ku, DAIŞ bo ser tevahiya mirofatiyê metirsî ye û divê bi hemû awayekî şerê wê bê kirin da ku bi yekcarî bê jinavbirin.
 
Di vê bare de Nêçîran Barzanî tekez kir ku şerê DAIŞê tenê bi awayê leşkerê sernakeve, lê belê dibê şerê hizrî li gel wê bê kirin û ji aliyê hizrî û perwerdeyî jî şerê wê bê kirin.
 
Herwiha girîngiya rola hevpeymaniya navdewletî û piştgîrî li Pêşmerge bi bilind hat nirxandin. Serokwezîrê Kurdistanê ji bilî spasiya xwe bo wan alîkarî û piştevaniyan, pêdagirî li ser wê yekê kir ku pêwîstiya Pêşmerge e bi alîkariyên bêtir û çekên giran û perwerdeyê heye.
 
Her di vê bareyê de Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Kurdistanê ku di wê civînê de beşdar bû û behsa pêşhatên dawî êm şer û pêdiviyên Pêşmerge kir.
 
Ji aliyê xwe Mogherinî tekez kir ku hewlên wan bo alîkarî û piştevaniya Pêşmerge li hemû aliyekî ve berdewam dibe.
 
Rewşa penaber û koçberan û pêdviyên wan beşek din a vê hevdîtinê bû, ku tê de serokwezîrê  Kurdistanê tekez li ser alîkariya bêtir a koçberan kir û daxwaz kir ku Yekîtiya Ewrûpayê hewlên pêtir bide.
 
Di dawiya wê hevdîtinê de, rêkeftina herdu hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Kurdistanê û welatên cîran û rewşa navçeyê  bi giştî û bandore şerê li dijî terorê hatin niraxandin.