Barzanî û Biden behsê amadekarî yên rizgarkirin a Mûsilê kirin

Barzanî û Biden behsê amadekarî yên rizgarkirin a Mûsilê kirin

 

11:27:38

Rojava News: Duhî êvarî Coe Biden cêgirê serokê Emerîkayê bi rê telefone peywendî li gel  Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê kir û behs operasyona Mûsilê û rewşa  sîyasî ya Îraqê kirin.

Li gor malper a fermî ya serokatiya Herêma Kurdistanê: di peywendîyek a telefonî ya di navbera serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Cêgirê serokê Emerîkayê Coe Biden de rewşa sîyasî ya Iraqê û operasyona Mûsilê hate gotubêjkirin.

Di axavtinê de amaje bi yekrêziya piroseya siyasî, herweha rewşa akinciyê deverê jî hate kirin.

Her li gor malper a serokatiya Herêma Kurdistanê di vê peywendî ya telefonî de, ronahî jî xistine ser şerrê DAİŞê û amadekarî yên opirasyona Mûsilê û tekez hatîye kirin li ser karê hevpişk û hevahengî ya berdewam di navbera hêzên hevpeymanan, hêzên Pêşmerge û hêzên Îraqê li têkşandin a tîroristan û azadkirin  a dever ên jêr dest ên teroristên Daişê.