2emîn salvegera damezırandina PDK-Sê hate pîrozkirin!

2emîn salvegera damezırandina PDK-Sê hate pîrozkirin!

10:27:49

 

Rojava News: Endamên, Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Sûriye PDKSê 2emîn salvegera damezırandina partiya xwe li bakûrê Kurdistan bajarê Batmanê bi helkeftekê pîroz kir. Di pîrozbahiyê de, peyamên yekitiyê hate dayîn.

Endamên partiyê li Êlîha Bakurê Kurdistanê bi helkefta duyemîn salvegera damezrandina xwe, şahiyek li dar xist. Nûnerên partiyên siyasî, endamên saziyên civakî û gelek welatî di şahiyê de beşdar bûn.

Şahî bi sirûda Ey Reqîp dest pê kir û bi xwendina helbestan û axaftina siyasetmedaran berdewam kir.

Di pîrozbahiyê de bi taybetî peyamên yêkbûn û yekhêzbûna hemû parçeyên Kurdistanê  hate dayîn. Herwiha hate gotin ku heger partiyên kurd yên Bakur hevkariya wan bikin dê li çar parçeyên kurdistanê di demek nêz de serkeftinên mezin bi dest bixin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Sûriye(PDK-S)  di sala 1957an de hatibû damezirandin lê belê piştre hat girtin. Ji lewra partiyê di 2014an careke din hate damezrandin.