Fransayê ji kurdan re got: Hûn dikarin pişta xwe bispêrin me'

Fransayê ji kurdan re got: Hûn dikarin pişta xwe bispêrin me'

10:41:00

 

Rojava News: Wezîrê Parastinê yê Fransayê piştî serdana Hêzên Pêşmerge di eniya şer de ragihand ku hûn dikarin pişta xwe bispêrin me.

Wezîrê Berevaniyê yê Fransayê Jan Eve Ludrian duhî çû Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û bi Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re civiya.

Wezîrê frensî da zanîn ku bi saya pêşmerge Şingal hate rizgarkirin û rêxistina terorîst a DAIŞ hate têkbirin.

Jan Eve Ludrian piştî hevdîtinên li Hewlêrê li Eniya Xazirê serdana Hêzên Pêşmerge kir.

Wezîrê Parastinê yê Fransayê li eniya şerî bi pêşmergeyan re axifî û got: "'Hûn dikarin pişta xwe bispêrin me. Careke din ez ê ji bo Mûsilê werim.'