Sekreterê NATO: Em dixwazin hêza Pêşmerge bihêztir bikin!

Sekreterê NATO: Em dixwazin hêza Pêşmerge bihêztir bikin!

12:25:14

 

Rojava News: Sekreterê giştî yê NATOyê ragehand, hevpeymaniya NATO yê dixwaze hêza Pêşmerge bihêztir bike.

Sekreterê giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg ragehand, hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê rolekê wan ê giring heye di şerê dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de.

Jens Stoltenberg ragehand, şêwirmendên leşkerî yên çend weletekî endamê hevpeymaniya NATO yê ne rahênan û perwerdeyên leşkerî didin hêzên Pêşmerge û ew jî wek beşek li hewldanên dijîtiya DAIŞê ne.

Sekreterê giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg, soz dide hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ku alîkariya leşkerî berdewam bike û hewldanên wan zêdetir, baştir û rêxistin kirî bin û ragehand: ‘’Em dixwazin hêzên Pêşmerge û bi giştî jî herêmê bihêztir bikin li DAIŞê.’’