3:39:06 PM
RojavaNews: Îro roja Pêncşemê Polîsên Leşkerî yên bi ser PYDê ve dest bi hilmeteke girtina Ciwanan bi hiceta leşkeriya neçar li bajarê Qamişlo kirin.
Jiderekî ji bajarê Qamişlo ji RojavaNews re got, ku dewryatê Polîsên Leşkerî yên bi ser PYDê ve îro sibhê li gereka Sewamih, gereka Sonî û gereka Helef belav bûn , û nêzîkî 20 Xortan girtin , û ew birin navendên perwerdehiya leşkerî li gundê Til Beyderê yê nêzîkî Qamişlo.
Tê zanîn ku PYDê Ciwanan li hemû bajar û bajarokê Kurdistana Sûriyê digre bi hiceta leşkeriya neçar.
