Pêşmergeyek bi çekên kîmwayî şehîd ket!

Pêşmergeyek bi çekên kîmwayî şehîd ket!

11:24:56

 

Rojava News: Li Eniya Mexmûr-Guwerê di encama êrişa bi çekên kîmyawî de 4 pêşmerge birîndar bibûn, pêşmergeyek ji wan şehîd bû.

Çekdarên rêxistina DAIŞê roja pêncşemê li Eniya Mexmûr-Guwerê bi çekên kîmyawî êrişê Hêzên Pêşmerge kiribûn û d encamê de 4 pêşmerge birîndar bibûn.

Li gorî zanyariyê Pijîşkan laş û rûyê şehîd Cafer Omer Kerîm şewitîbû tu şûnên guleyan nebû.

Cafer Omer Kerîn bavê 5 zarokan bû û 20 sal bûn pêşmergetî dikir.