Barzanî: “berî rizgarkirina Mûsilê pêvistî bi rêkevtinek siyasî di navbera aliyande heye!

Barzanî: “berî rizgarkirina Mûsilê pêvistî bi rêkevtinek siyasî di navbera aliyande heye!

11:17:13

 

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi şandkee hevbeş a senator û parlamenterên Fransa re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ku li ser malpera fermî ya wê hat belavkirin, ragihand ku  18ê Nîsanê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel şandeke hevbeş a senator û parlamenterên Fransa hevdîtin pêk anî.

Di civînê de Mesûd Barzanî behsa şerê rizgarkirina bajarê Mûsilê ji destê DAIŞê kir û ragihand: “Pêwîst e berî rizgarkirina Mûsilê rêkevtinek siyasî di navebra alî û pêkhateyan de li ser rêvebirina Mûsilê di qonaxa piştî girtina Mûsilê de hebe, daku garantî bi pêkhateyên weke Kirîstiyan û Kurdên Êzidî bê dan, ku jiyaneke asûde hebin û êdî karesat bi ser wan de dubare nebin.”

Serokê Herêma Kurdistanê behsa kirîza darayî li Kurdistanê û sedemên wê kir û destnîşan kir: “Têkçûnên şer û kêmbûna nirxê petrolê û hewandina koçberan bûne sedem ku Kurdistan li berdem kirîzek mezin de be û ev yek jî di demekê de ye ku Hikûmeta Iraqê û civkaa navdewleyî wek pêwîst di mijara koçberan de alîkariya Herêma Kurdistanê nekiriye.”

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê şanda Fransa jî di vê hevdîtinê de spasiya Mesûd Barzanî kirin, ku derfeta hevdîtinê pêk aniye û dan xuyakirin, ku ew bo dubarekirina piştevaniya xwe bo gelê Kurdistanê û piştgîrîkirina Barzanî hatine Kurdistanê.

Şanda senator û parlamenterên Fransa herwiha tekez kirin, ew ji ber wê yekê hatine Kurdistanê, ku ji nêzîk ve agahdarê rewşa ewlehî, aborî û siyasî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê bin.

Di beşeke din a vê hevdîtinê de, şanda Fransa pirsyar û têbîniyên xwe yên li ser rewşa siyasî, şerê DAIŞê, pêşeroja deverên, Sûriye û Tirkiyê arasteyê Barzanî kirin û daxwaza ji Barzanî kirin, derbarê wan mijaran de agahiyan pêwîst bide wan, daku ew bikarin baştir ji rewşê fam bikin û piştevanî û alîkariyên zêdetir ji Fransa û welatên din ên Ewropayê bo Kurdistanê bînin.