4:40:11 PM
RojavaNews: Leşkerên Tirkiyê îro , welatiyên Efrînê dema dixwestin derbasî Tirkiyê bibin gulebaran kirin.
Li gor agahiyan , îro serê sibehê li gundê Koranê yê li gundewarên bajarê Efrînê, 2 welatiyên ku dixwestin derbasî Bakur bibin, ji aliyê leşkerên artêşa Tirkiyê ve hatin gulebaran kirin.
Her li gor wan agahiyan Di encama gulebaranê de welatiyê bi navê Hîto Salih jiyana xwe ji dest da, û Mihemed Reşîd Xelîl jî birîndar bû.
Tê zanîn ku bi dehan ji Welatiyê Kurdistana Sûriyê bi destê Leşkerên Tirkiyê hatine kuştin .
